Artêşa Tirkiyê navbera Cindirês û Efrînê bi dijwarî bomberdiman kir

Navenda Nûçeyan - Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê şevê din çiyayê Lêlûnê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê û derdora gundê Marata û herwiha rêya di navbera navçeya Cindirês û Efrînê bi dijwarî boberdiman kirin.

 

Di roja 52emîn a êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê ya bo ser Efrînê de bomberdimankirina navçeyên Efrînê berdewam e.


Li gorî medyaya nêzîkî YPGê, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê çiyayê Lêlûnê ya navçeya Şêrawa û gundê Marata bordûman kirine û ziyaneke mezin gihîştiye mal û zeviyên xelkê.


Li gundên Çeqmaqa Jêrîn û Çeqmaqa Jorîn ên herêma Racoyê, li gundê Elemdara, Kewkeba û Tepe yên herêma Cindiresê û li gundê Şadirê yê navçeya Şêrawa şerekî dijwar di navbera şervanên HSDê û Artêşa Tirkiyê de derketiye, lê amarên wî şerî û bomberdimankirinê nehatine belavkirin.