Artêş hewl dide jinên kurd bike cerdevan û sîxor

12-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Pasdar Besîc Rojhilatê Kurdistanê Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdarên Îranê li hember zêdebûna rêjeya jinan li nav çeperên pêşmerge yên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, projeyekê amade dike daku jinên kurd ên li navçe û bajaran, bi taybet jî yên li herêmên ser sînor, bike besîc.

 

Supaya Pasdarên Îranê projeyek amade kiriye û di çarçoveya vê projeyê de hewl dide jinên kurd bike besîc (cerdevan) û sîxor. Li gorî vê projeyê ew jinên bibin endamê besîc dê alîkariya madî werbigrin.

 

Eger ev jin bi awayekî berdewamî kar bikin dê meaşê mehane ji bo wan bê dabînkirin. Herwiha kelûpelên nav mal bidin wan û ji bo çareseriya pizîşkî jî dê alîkariyê werbigrin.

 

Li hember vê yekê ji jinan tê xwestin, li navçe û bajaran bibin çav û guhê pasdaran û hêzên ewlekariyê. Ji hemû çalakî û tevgerekî partiyan çêbibe, wan agahdar bikin. Gotegot û agahiyên nav gel ji bo wan veguhezin.

 

Ji bo hêsankirina karên wan jî li gund û taxên li qiraxên bajêran, telefonên zîrek didin jinan da ku bi lezgînî agahiyan bidin hêzên ewlekariyê.

 

Li gorî rêgez û pişeyan 22 beşên Rêxistina Becîcan heye. Piraniya jinên mal û nexwende jî bi rêya navendên basic ên gund û taxan dibin endam.  

 

Ev piroje li Rojhilatê Kurdistanê ne yekemîn karê Supaya Pasdaran û Besîcan e.

 

Li gorî amarên vê rêxistinê, li Îlamê 275 hezar, li Kirmaşanê 330 hezar, li Sine 178 hezar û li Urmiyê jî 400 hezar jin endamê Besîc in.

 

Rêjeyê nîştecihên van 4 parêzgehan 7 milyon û 300 hezar kes e. Eger nîvê vê şêniyê jin bin, ev yek tê wê wateyê ku ji her sê jinan jinek endamê besîc e.

 

Li tevahiya İranê 9 milyon û 800 hezar jin endamê Besîc in û li gorî amarên Supaya Pasdaran ji sedî 13ê jinênên besîc ên Îranê li Rojhşkatê Kurdistanê ne.

 

Piraniya dijberên Komara Îslamî ya Îranê diyar dikin, ku amarên fermî yên Sûpaya Pasdaran ne rast in. Bi nêrîna wan Îran amarên ne rast dide da ku ji cîhana derve re bêje xelk bi jin û zilam piştgiriyê didin rejîmê û bi vî awayî pêgeha xwe bihêz bide nîşandan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst