610 bijîşk û karmendên tenduristiyê hatine kuştin

 

Navenda Nûçeyan -  Di 4 salên borî li şerê Sûriyê de zêdetirî 600 bijîşk û karmendên tenduristiyê ji aliyê hêzên Artêşa Sûriyê ve hatine kuştin.

 

Rêxistina Bijîşkan a Mafên Mirovan ku navenda wê li New Yorkê ye di raportekê de hêzên Artêşa Sûriyê tometbar kir ku nexweşane û karmendên tenduristiyê dikin armanc.

 

Di raportê de hatiye eşkerekirin ku di nava 4 salên borî de 610 bijîşk û karmendên tenduristiyê hatine kuştin, ji wan 139 kes di bin îşkenceyê hatine kuştin yan jî hatine îdamkirin.

 

Rêxistinê herwiha ragihand, heta niha 233 êriş li dijî 183 nexweşxaneyên Sûriyê pêk hatine, piraniya wan jî bi bermîlên bombekirî hatine bombebarankirin.

 

Rêxistinê di raporta xwe de diyar kir ku Hikûmeta Sûriyê ji sedî 88ê êrişên ku li dijî nexweşxaneyan pêk hatine, berpirsyar e.

 

Li gor heman raportê, sala 2014 sala herî bixwînî bû ji bo bijîşkan li Sûriyê ku di wê salê de 171 bijîşk hatine kuştin.