Malbata Saman Nesîm: Saman nehatiye îdamkirin

12-03-2015
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Malbata girtiyê siyasî yê kurd Saman Nesîm ragihand, Saman Nesîm nehatiye îdamkirin.


Roja 20ê Sibata îsal hat gotin ku girtiyê siyasî yê kurd Saman Nesîm ji aliyê Îranê ve hatiye îdamkirin lê malbata wî dibêje, Saman nehatiye îdamkirin.


Endameke malbata Saman Nesîm, ji beşa farsî ya Radyo Dengê Amerîka (VOA) re got, me şeva borî bi rayedarên girtîgeha Ormiyê ya ku Saman Nesîm tê de dihat girtin re axivî, wan ji me re gotin ku Saman birine cihekî din.
 

Wê endama malbata Saman Nesîm da zanîn ku rayedarên girtîgehê ne gotine Saman hatiye îmdakirin ne jî gotine nehatiye îdamkirinê tenê gotine ew birine cihekî din û wiha got:
 

“Nûçeyên ku behsa îdamkirina Saman dikin, hemû derew in. Ez bixwe çûm cem rêveberê zîndanê û min jê re got, agahiyekê li ser Saman bidin me… Wî ji min re got, Saman birine cihekî din ji ber ku Saman di destê me de emanet bû… Êdî negot birine îdam bikin yan na tenê got birine. Min jî got ka kelûmelên wî bidin em bibin lê wî got, niha nebin çimkî dibe ku Saman vegere, eger nehat emê kelûmelên wî ji we re post bikin…”
 

Xortê kurd ê bi navê Saman Nesîm, ku xelkê gundê Wesne yê Merîwanê ye, dema ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin 17 salî bû.


Gellek sazî û navendên mafên mirov ên cîhanê li dijî biryara îdamkirina Saman Nesîm nerazîbûn nîşan dabûn û ji Îranê xwestibûn, îdama Saman betal bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst