Serdeşt-Kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Serdeşt (Rûdaw) – Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî kurd ku karê kolberiyê dikir, ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Îro danê sibê li nêzîkî gundê Zînoya Kanî Sêvê yê Serdeştê, kolberê kurd ê bi navê Rehman Îbrahîmzade, dema ji Başûrê Kurdistanê vedigeriya ji aliyê hêzên parastina sînor ên Îranê ve rastî êrişê hat û hat kuştin.

Cenazeyê Rehman Îbrahîmzade, ku xelkê gundê Binewa Xelefê yê Serdeştê bû, birin nexweşxaneya Serdeştê û piştî lêkolînên nojdariyê radestî malbata wî kirin.

Reman Îbrahîmzade, 43 salî û bavê du zarokan bû. Sala 1989ê jî hêzên rêjîma Beis a Iraqê li devera Qeladizê ya Başûr teqe lê kiribûn, di wê bûyerê de çavekî wî pûç bibû.