Jineke temen 22 salî li Hewlêrê tê kuştin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Hewlêrê jineke temen 22 salî di mala birayê wê de hat kuştin.

Rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê, Karwan Ebdilkerîm derbarê vê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Îro, 12.03.2014, demjimêr 8:30ê êvarî bi dema Hewlêrê, zaniyarî gihîştine me ku bûyereke kuştinê li taxa Şehîdên Sêtaqan li Hewlêrên çêbûye.”

Herwiha Karwan Ebdilkerîm got: “Pişît ku hêzên polîs gihîştine cihê bûyerê, aşkere bû ku jineke temen 22 salî bi navê (G.N.M) bi çar guleyan hatiye gulebaran kirin û jiyana xwe jidest dabû.”

Rîveberê ragihandina polîsên Hewlêrê amaje kir ku termê (G.N.M) li mala birayê wê hatiye dîtin û şûna çar guleyan di laşê wê de xuyabû.

Herwiha aşkere kir ku wê jinê proseya hevjîniyê pêk anîbû û mala wê ne li Hewlêrê bû û “Termê wê ji bo pizîşkê dadwerî hat şandin.”