Ji bo Colemêrgê hişyariya erdhejê da: ‘Divê bên hilweşandin’

12-02-2024
Nîşan Prof. Dr. Ahmet Ercan Colemêrg Erdhej Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endezyarê Bilind ê Jeolojiyê Prof. Dr. Ahmet Ercan, derbarê egera erdhejeke li parêzgeha Colemêrgê hişyarî da.

Ahmet Ercan got, "Divê avahiyên birîsk bên hilweşandin."

Doh li navçeya Geverê ya Colemêrgê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê demjimêr 07:36an rû daye û hêza wê 4,4 pile bûye.

Ahmet Ercan piştî erdhejê li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî, “Divê ji aliyê jeologan ve pişkînîna avahiyên li herêmê bê kirin.”

“Divê berî erdhejê bên hilweşandin”

Ahmet Ercan di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser avajiyên nesaxlem û got:

“Di demekê de ku em li benda erdheja Colemêrgê bûn îro M4,4 çêbû.

Divê jeolog demildest pişkînîna avahî û erdê bikin. Divê pîvanên rezonansê wekî bingeh bên qebûlkirin.

Avahiyên ku ji hilweşîne re re hesas in, divê berî erdhejê bên hilweşandin.

Divê TOKÎ bi lez avahiyan ava bike. Bila kes nemire û êş dubare nebin êdî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst