Li Qamişloyê êriş: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) –  Droneke Tirkiyeyê li bajarê Qamişloyê otomobîlek bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên xwecihî, li Taxa Kornîşê ya Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, nêzîkî mizgefta El Farûqê otomobîlek hat hedefgirtin.

Li gorî agahiyên destpêkê, kuştî û birîndar hene.

Lê belê heta niha bi awayî fermî ti daxuyanî nehatine parvekirin.

Ji 5ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên Rojavayê Kurdistanê zêde bûne.

Gelek welatiyên sivîl bûne qurbaniya êrişan.

Herwiha sazî, avahî û wêstgehên xizmetguzariyê jî bûne armanc.