Nêçîrvan Barzanî konsulê nû yê Brîtanyayê qebûl kir

12-02-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî James Goldman Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê yê Hewlêrê James Goldman qebûl kir.

Herwiha Goldman hêvî kir ku di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de pêwendiyên nêzîktir bên avakirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji bo konsulê nû re xwestiye û piştevaniya xwe ya tam ji bo serkeftina erkê wî nîşan daye.

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku “Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyan geş bike û hevkariyên hevbeş li gel Brîtanyayê berfirehtir bike.”

Li aliyê din konsulê nû yê Brîtanyayê yê Hewlêrê James Goldman derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê Xê peyamek û tê de wiha got:

“Pêşwazîkirina îro ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve şanaziyek bû.

Ez bi rastî li bendê me ku di mehên pêş de têkiliyên hîn nêzîktir di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de ava bikim.”

Herwiha li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê James Goldman “ji ber destpêkirina karê xwe yê wekî Konsûlê Giştî yê nû yê Brîtaniya yê li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe aniye ziman.

Herwiha tekez kir ku welatê wî dê berdewam be li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê û dixwaze di hemû waran de pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê pêş bixe.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û herêmê mijareke din a civînê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst