Li Semsûrê piştî 152 demjimêran du xwişk hatin rizgarkirin

12-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Semsûr Rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê piştî 152 demjimêran du xwişkên bi navên Rabia û Elif Kirmizi bi saxî hatin rizgarkirin.

Bi beşdarbûna tîmên hawarçûnê yên Amerikî û Ermenî li navenda parêzgeha Semsûrê piştî 8 demjimêr kar û xebatan du xwişkên 22 û 28 salî ji bin kavilan bi saxî hatin rizgarkirin.

Herwiha destpêkê jina bi navê Rabia û piştî wê bi nîv demjimêrê jî xwişka wê Elif hat derxistin û piştî midexaleya destpêkê ya tendirûstî bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li navçe û navenda parêzgeha Semsûrê kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirina qurbaniyên erdeheja Mereşê ya 6ê Sibatê berdewam in û ligel ku roja heftemîn a erdhejê ye hê jî hêviya derxistina welatiyan bi saxî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst