Li Antakyayê piştî erdhejê metirsiya dizî û talankirinê zêde bûye

12-02-2023
Zînê Cahîde Akgul
Li Antakyayê piştî erdhejê metirsiya dizî û talankirinê zêde bûye
Li Antakyayê piştî erdhejê metirsiya dizî û talankirinê zêde bûye
Nîşan Erdhej Dizî Talankirin Antakya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakya ser bi parêzgeha Hatayê piştî erdheja 6ê Sibatê ligel herifîna bi hezaran avahiyan hejmarek zêde dikan jî hilweşiyan û yên mane jî zerareke zêde li wan bûye. Piştî erdhejê metirsiya dizî û talanê zêde bûye.

Welatî dibêjin ligel vê karesata mezin neçar bûne dijî kesên nêta wan xirab jî malê xwe yên mane biparêzin.

Gumanbarekî diziyê ku xwediyê dikanan wî bo diziyê tometbar dikin û lê dane. Herçiqas gumanbar dibêje wî dizî nekiriye jî lê hêrsa dikandaran bi dawî nabe.

Karmenda dewletê Aylin Kabasakal got “Em çavdêriya mal û otomobîla xwe dikin. Talan dikin, mixabin tiştekî mirov bêje nîne. Em hejiyan û hilweşiyan. Weke kabûsekê ye.”

Ji ber valabûna bazarê hinek dikan ji aliyê hinek kesan ve hatine talankirin ku nîştecihên navçeyê dibêjin bi taybet dikanên ku bihayê malzemeyên wan zêde ne hatine talankirin.

Esnaf Nizamettin Bilmez dibêje “Ligel cihê min dikana telefonan heye hemû tişt birine. Ji bo pêwîstiyên wek xwarin, vexwarin mendilên şil an jî hifadeyên zarokan tiştekî asayî ye, ji ber nêzîka 2 rojan alîkarî nehat.”

Bi biryara Serokkomarê Tirkiyê li 10 bajarên ku erdhej li wan çêbûye bo dema 3 mehan “Rewşa Awarte” hat ragihandin û ev biryar bî îdîaya rêgirtina li bûyerên talanê hat eşkere kirin.

Li gor amarên fermî di Erdheja Mereşê de ku bandoreke zêde li parêzgeha Hatayê kiriye 12 hezar û 141 avahî herifî ne û yên mane jî zerareke zêde dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst