Li Elbîstanê qurbaniyên nasnameya wan nediyar tên veşartin

12-02-2023
Zînê Cahîde Akgul
Li Elbîstanê qurbaniyên nasnameya wan nediyar tên veşartin
Li Elbîstanê qurbaniyên nasnameya wan nediyar tên veşartin
Nîşan Erdhej Elbîstan Gorên Bêkes
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Erdheja 6ê Sibatê kesên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin û kesûkarekî wan derneketiye li goristana bêkesan a Elbîstanê tên veşartin.

Li goristana bêkesan a navçeya Elbîstana parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê hejmarek xwebexş hatine navçeyê kar birêve dibin.

Yên hinekan wêneyek û yên hinekan jî ti tiştek nemaye li dû wan.

Mela Yusuf dibêje “Demeke diyar a rawestandina terman heye. Eger kesekî wan nehatibe, ji ber dibe ku hemû malbatê canê xwe ji dest dabin, wê demê em dibin malbata wan.”

Li navçeyê heta niha nêzîka 500 gorên bêkesan hatine kolandin û li gor ku berpirsê olî dibêje rojane nêzîka 80 heta 90 kes tên veşartin.

Mele Yusuf got jî “Kesên nasnameya wan nediyar hene ku piraniya wan koçber in. Mînak ji Sûriyê hatine û nasnameya wan nehatiye zelalkirin. Lê temenê wan û cihê ku jê hatine derxistin tên nivîsandin.”

Li parêzgeha Mereşê ku navenda erdhejê bû kar û xebatên rizgarkirinê berdewam e û her diçe hejmara kesên canê xwe ji dest dane jî zêde dibe.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) Çarşema borî ragihandibû ku di nav 24 demjimêran de nasnameya wan diyar nebe piştî wergirtina testa DNA, wêne û pencemorê dê bên veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst