Muzîkjena Ermenî ya ji Amedê Zîlan Tîgrîs canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê muzîkjena Ermenî ya ji Zîlan Tîgrîs di bin kavilên avahîya 9 qatî ya Sozelê ya li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê de hat dîtin.

Li Amedê piştî du erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 ku navenda wê Mereş bû, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin kavilên avahiyan de dewam dikin.

Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Davulê, Nivîskar Arat Bariş diyar kir ku hunermenda Ermenî Zîlan Tîgrîs (Dîlek Kuçuker) a ku bi muzîka xwe ya bi zimanên cuda dihat naskirin di bin kavilan de canê xwe ji dest da.

Cenazeyên muzîkjen Zîlan Tîgrîs û hevjînê wê Çagdaş Çankaya ji kavilên Apartmana Sozelê ya 9 qatî ya ku li kolana 2. a Kurt Îsmailpaşa ya taxa Koperatîfan a navçeya Yenîşehîrê, hatin derxistin.

Cenazeyê Tîgrîs dê îro piştî nimêja nîvroj li Goristana Yenîkoyê bê veşartin.

Zîlan Tîgrîs bi deh zimanên cuda stran digotin.

Zîlan Tîgrîs di hevpeyvînekê de gotibû, “Me di temenekî biçûk de li mala xwe li Radyoya Êrîvanê guhdarî dikir. Diya min hevala Ayşe Şanê ya zarokatiyê bû. Eleqeya min bi muzîkê re bi tiştên ku min li derdora xwe bihîstin dest pê kir. Di mala me de sê-çar ziman dihatin bikaranîn. Ji ber ku ez bi eslê xwe Ermenî me. Dapîra min bi diya min re bi Ermenîkî, bavê min ji Xarpêtê hatibû li vir bi cih bibû. Loma bi Kurdî, ji ber ku bavê diya min Zaza bû ew jî dihat axaftin. Ji ber vê yekê ez di maleke dewlemend a zimên de mezin bûm.”