Li Dîlokê 155 saet piştî erdhejê zarokekî 8 salî hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nûrdagiyê ya navçeya Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 155 saet piştî erdhejê zarokekî 8 salî ji bin kavilan hat rizgarkirin.

Li navçeya Nûrdagiya erdhejên Meraşê yên bi mezinahiya 7,7 û 7,6an lêxist li ser kavilên avahiyên hilweşiyane xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin.

Ekîbên şaredariyên Zeytînburnu û Kaş û karkerên Somayê di dema xebatên li ser kavilên Avahiya Yunus Kaya de tesbit kirin ku kesek bi zindî heye.

Di encama xebata ekîban de Semîh Ege Înce yê 8 salî 155 saet piştî erdhejê ji bin kavila avahiyê hat rizgarkirin.

Zarokî birîndar bi ambulansê şandin nexweşxaneyê û derket holê ku di kavilên heman avahiyê de berê jî 6 kes hatine rizgarkirin.

Li navçeya Nûrdagiya Dîlokê zarokek 8 salî piştî 155 saetan ji bin xirbeyê sax hat derxistin#Erdhej #Nurdağı #Dîlok pic.twitter.com/6z2qSd0FVQ

— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 12, 2023