Şûnwarên li Çiyayê Nemrûdê ji erdhejê zirar nedîtine

12-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Semsûr Çiyayê Nemrûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şûnwarên arkeolojîk ên li Çiyayê Nemrûdê ku ji aliyê UNESCOyê ve wekî Mîrateya Cîhanê hatiye ragihandin, ji ber erdhejê zirar nedîtine.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, her wiha Rojavayê Kurdistanê û Sûriye hejand û li wan parêzgehan bû sedema mirin û  birîndarbûna bi hezaran kesan.

Herwiha ji ber erdhejê gelek avahiyên dîrokî li bajarên wek Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Hatay zirareke mezin dîtin.

Rêxistina Zanist, Perwerde û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ragihand ku dê envanterek ji cihên dîrokî û çandî yên ku ji ber erdhejê wêran bûne an jî zirar dîtin re were girtin û ji bo çakkirina wan di demek kin de lêkolîn were destpêkirin.

UNESCO dibêje ku ji bilî ziyanên ku gihane bajarê Helebê yê kevnar ê Sûriyê û keleha Amedê, dibe ku herî kêm sê şûnwarên Mîrateya Cîhanê bandor li wan bûbe, ku di nav wan de cîhê arkeolojîk ê navdar Çiyayê Nemrûdê jî heye.

Di daxuyaniye de hat ragihandin ku ithtîmala ku Girê Miraza û Çiyayê Nemrûdî zirar dîtibin wan nîgeran kiriye.

Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk diyar kir ku piştî erdhejê ekîb gihiştine Çiyayê Nemrûdê yê navçeya Kolikê ya Semsûrê û di lêkolîna ewil a ku li herêma hatiye çêkirin de ti ziyan li peykeran nehatiye dîtin.

Peykerên ku ji Qraliyeta Kommageneyê mane, li qûntara Çiyayê Nemrûdê ji aliyê UNESCOyê ve di sala 1987an de wekî Mîrateya Cîhanê hatiye ragihandin.

Ji aliyê din ve hat zanîn ku li Rihayê Girê Miraza ku wek "Xala Sifir a Dîrokê" tê zanîn, tevî du erdhejên mezin jî zirar nedîtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst