Li Dêrsimê bihabûna kel û pelan hat protesto kirin

12-02-2022
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê Hêzên Ked û Demokrasiyê bi beşdarbûna dikandar û welatiyan bi awayekî girseyî zêdekirina nirxên pêdeviyên sereke yên jiyanê protesto kirin
Li Dêrsimê Hêzên Ked û Demokrasiyê bi beşdarbûna dikandar û welatiyan bi awayekî girseyî zêdekirina nirxên pêdeviyên sereke yên jiyanê protesto kirin
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê Hêzên Ked û Demokrasiyê bi beşdarbûna dikandar û welatiyan bi awayekî girseyî zêdekirina nirxên pêdeviyên sereke yên jiyanê protesto kirin.

Serokê Partiya Kedê yê rêxistina Dêrsimê Ergin Tekin li Qada Seyid Riza derbarê zêdekirina nirxên pêdeviyên jiyanê daxuyaniyek da û ligel beşdarbûnan heta Kolana Hûnerê ya navenda bajêr bi armanca protestokirinê meşiyan û piştre bi awayekî bêdeng belav bûn.

Serokê Partiya Kedê yê rêxistina Dêrsimê Ergin Tekin di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê daku li Tirkiyê 74 milyon welatiyên birçî û hejar hene.

Ergin Tekin got: “Ji nifûsa Tirkiyê 74 milyon birçî û hejar in. Tê wate ji sedî 90 nifûsa Tirkiyê birçî û hejar in. Li vî welatî bi deh milyonan mirov şerê jiyanê dikin daku bi mûçeyê ku di jêr sînorê birçîbûnê de pê bikaribin debara xwe bikin. Em hemû keda xwe didin fatoreyan û her diçe hejarî zêdetir dibe. Ji ber fatoreyên polîtîkayên enerjiyê ku beşek kesên biyanî û yên li Tirkiyê pê dewlemend dibin, em wek xelkê kedkar ketine rewşekî giran.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst