Mezlûm Kobanî: Gefên DAIŞê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî jî dibêje hêj metirsiya DAIŞê li navçeyê heye.

Li gorî raporta dawî ya Netewên Yekbûyî,  di navbera 6 heta 10 hezar çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hene. Mezlûm Kobanî û Rêveberê Ofîsa Netewên Yekbûyî bo himberderketina terorê amaje bi wê yekê didin ku DAIŞ sûdê ji rewşa aborî ya xirab li navçeyê werdigre û çekdarên nû tevlî rêzên xwe dike.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî dibêje li herêmê metirsiya DAIŞê berdewam e, ev jî di demekê de ye ku dawiya meha borî êrîşa DAIŞê bo ser Girtîgeha Xiwîran li Hesekê hat têkşikandin.

Di wê êrîşê de li gor HSDê ragihandibû herî kêm 175 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin û 121 şervanên HSDê jî şehîd bibûn.

Piştî wê êrşîê bi çend rojan li bajarokê Etme yê Idlibê Xelîfeyê duyem ê DAIŞê di operasyoneke Hêzên Taybet ên Amerîkî de hat kuştin.

Mazlûm Kobanî got: “DAIŞê di êrişa Girtgeha Hesekê de xwest bikeve pêngaveke nû, ku bibêj vaye em wek serbazî hene û dikarin êriş bikin. Lê kuştina Qardeş hêza wan şikan û moralê wan têk bir. Lê ev nayê wê wateyê DAIŞ dê bi yekcarî biqede, tişteke wiha nîne. Ji ber ku DAIŞ êdî weke berê ne mekezî ye, niha bûye wek lamerkezî. Rola xelîfe wekî berê nemaye.”

Hejmara girtiyên DAIŞê li ba Rêveberiya Xweser zêdeyî 12 hezar çekdar in, li ser 27 girtîgeh û kampan dabeş dibin û welatiyên nêzîkê 50 welatên Cîhanê ne. HSD ji wan welatan daxwaz dike ku welatiyên xwe vegerînin ba xwe, ji ber ew guşareke zêde bo ser Rêveberiya Xweser çê dikin.

Li gorî raporta dawî ya Neteweyên Yekbûyî,  di navbera 6 heta 10 hezar çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hene. Mezlûm Kobanî û Rêveberê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bo Rûbirûbûna Terorê amaje bi wê yekê didin ku DAIŞ sûdê ji rewşa aborî ya xirab li navçeyê werdigre û çekdarên nû tevî rêzên xwe dike.

Derbarê mijarê de Rêveberê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bo Rûbirûbûna Terorê Weixiong Chen jî got: “Di du salên borî de, ligel astengiyên ji ber coronayê, gefên terorê jî berdewam bûn. DAIŞ û grûpên din ên radîkal hewl didan ji rêkarên xweparastinê, aloziyên siyasî û paşketina rewşa aborî sûdê werbigrin." 

Li gor Fermandarê Giştî yê HSDê dema çareseriyeke siyasî bo rewşa Sûriyê bi temamî bê dîtin, wê demê êdî bi tevahî DAIŞ li Sûriyê namîne.