Fermandeyê Iraqî wêneyên Ocalan rakirin û ala Iraqê daliqandin

12-02-2022
Li Şingalê aloziyên li ser rakirina wêneyên Ocalan berdewam in
Li Şingalê aloziyên li ser rakirina wêneyên Ocalan berdewam in
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Artêşa Iraqê yê li Şingalê Esir Rubayî wêneyên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan rakirin û ala Iraqê daliqand.

Li Şingalê aloziyên li ser rakirina wêneyên Ocalan berdewam in.

Hêzên ser bi PKKê ve, li Şingalê wêne û pirtûkên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan danî bûn û armanc ji danîna wê standê jî protestokirina girtina Ocalan bûye ku roja 15ê Sibatê salvegera wê ye. Lê hêzên artêşa Iraqê ew wêne û pirtûk rakirin.

Herwiha li gor medyaya nêzîkî PKKê îro bi pêşengiya “Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Êzidî” ji bo protestokirina girtina Ocalan xwepêşandanê hat kirin, lê ew xwepêşdan ji aliyê artêşa Iraqê ve hate astengkirin.

Herwiha standa ji bo pirtûk û wêneyên Ocalan hatibûn danîn jî hat rakirin.

Di vê navberê de Fermandarê Lîwaya 20 a Artêşa Iraqê Esir Rubayî li cihê standê wêneyên wêneyên Ocalan rakirin û ala Iraqê daliqandin û gef li xelkê Şingalê xwar û got: “Bila hemû xelkê Şingalê bibihîzin. Ev alaya Iraqê ye û weke fermande ez dê vê alayê daliqînim. Em ê dê li vir bilind bikin û ew dê bimîne. Xwedê şahid e, Xwedê şahid e, ez sê caran dibêjim,  kesê ku wêneyê Ocalan bilind bike, divê em li vir binax bikin, divê ez wî li vir binax bikim. Ez dê vî daliqînim. Hûn hêj min nas nakin, ez Emîd Esir Rubayî me, min şerê terorê kirye. Her kesê ku li vir qanûnan binpê bike, ez dê wî ji holê rakim. Ez fê xwînê ji bo bidim. Min li Rawayê nivêj li ser kirye, û li vir jî ezê nivêjê li ser bikim. Alayê deynim xwarê. Kesên ku wêneyên terorîstan radike, heta ez sax bim ew dê li vir nejîn.”

Fermandarê Iraqî piştre ala ku maç kiribû da leşkeran û li meydanê daliqand. Leşkeran li qadê sirûd xwendin û slava xwe dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst