Seydayê Cegerxwîn di helbestên xwe de kul û derdên Gelê Kurd dinivîsand
Hewlêr (Rûdaw) - Cegerxwîn ku sala 1903an ji dayik bû, di hemû berhemên xwe de, bi taybetî di helbest û dîwanên xwe de, wek bijîşkekî şareza êş û derdên gelê xwe diyar dikirin û rêya çareseriyê jî ronîdar dikir.
Cegerxwîn gelek berhem afirandin û 8 dîwanên giranbiha li dû xwe hîştin. Wî, wek helbestvanekî pêşeng, hişvekirî û pêşketinxwaz, hergav xema pêşveçûn û pêşketina gelê xwe dixwar.
Seyda di gelek helbestên xwe de derdên giran ku li rê li pêşketin û serfiraziya gelê Kurd digirin, destnîşan dikirin wek nezanî, bêtifaqî, nexwendewarî û bi taybetî derdê eşîrgirî û êlperestiyê.
Di helbesteke xwe ya li ser derdê êlperestiyê de, Cegerxwîn eşkere dike ku êlperestî û eşîrparêzî tên wateya kevneperestiyê. Seyda di helbesta xwe de dozê li miletê xwe dike ku zû berê xwe bidin nûjenî û xwendinê û guh nedin kesên paşverû , nezan û eşîretgir.
Helbestvanê me berê xwe dide gelê xwe û dibêje cihê te ne jêr, lê jor e û divê tu ne pisîk lê şêr bî. Şêrbûn jî bi gotina wî ne girêdayî êl û eşîrê ye, qasî ku girêdayî ked û xwêdana dest û eniya mirov bi xwe ye.
Seyda di helbesta xwe de wiha dibêje:
Kurdo bes e şiyar be
Çi Millî û çi Kîk î
Parçe parçe weza ne
Wek Şemikî…Elîkî
Vaye em bûne milet
Naxwazin êlperestî
Divêm her yek nekêşe
Ji bo xwe ew serîkî
Ji dijmin re tu rencber
Şiyar bibe xwelîser
Tu karker î li her der
Ji kê re wer xerîk î
Besam Mistefa – Rûdaw