Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got: Divê rêz li serweriya Iraqê bê girtin

12-02-2021
RÛDAW
Nîşan Herema Kurdistanê Amerîka Tirkiye Iraq Çiyayê Gare
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê di derbarê operasyona Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de daxuyaniya da û got“ Em ji operasyonên Tirkiyê yên li bakurê Iraqê tên kirin agahdarin û divê rêz li serweriya wî welatî bê girtin”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di derbarê operasyonên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê bi mailê bersiva peyamnerê Rûdawê Roj Elî Zalle da û dibêje ew ji operasyonên Tirkiyê yên li bakurê Iraqê tên kirin agahdarin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir operasyonên ku li Iraqê tên kirin, divê rêz li serweriya wî welatî bê girtin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû ku li Çiyayê Gare di 10ê Sibata 2021 de operasyoneke bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst