Li Şeqlawe polîsek ji aliyê hevalê xwe ve hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şeqlawe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve polîsek ji aliyê hevalê xwe ve tê kuştin.

Qaymeqamê Şeqlawe, Îbrahîm Şêxella ji Rûdawê re ragihand, şer di navbera du welatiyan de li Şeqlawe derket û di encamê de yek ji wan ku bi kêrê hatibû birîndarkirin, canê xwe ji dest da.

Kesê di bûyerê de hatiye kuştin, polîs e û navê wî Lavan Fazil Merqis e. Lavan jidayikbûyê sala 1988 bûye, zewicî bûye û du zarokên wî hene.

Îbrahîm Şêxella behsa wê yekê jî kir ku kesê kuştî polîsê Binkeya Bêtirme bûye ku taxeke krîstiyanan e li bajarokê Şeqlaweyê.

Qaymeqamê Şeqlawe herwiha da zanîn, “bikuj û kesê kuştî herdu jî Krîstiyan in û hevalên hevdu bûne, lê xuya ye ku nakokî ketiye navbera wan û ew bûyer çêbûye.”

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz jî têkildarî bûyerê ragihand, “kesê tometbar li gor madeya 406 ji qanûna sizadanê ya Iraqê hatiye desteserkirin ku kesekî ciwan û 30 salî ye.”

Bi gotina şahidekî bûyerê, bikuj serxweş bûye û piştî ku di çayxaneyê de Lavan dibîne, di navbera wan de şer derdikeve û bi kêrê li stuyê Lavan dixe, paşê her bi xwe wî bi birîndarî dibe nexweşxaneyê.