Balyozê Çînî bo Rûdawê: Em bi zehmetî beşdariyê di civînên navdewletî de dikin

12-02-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
H. E Deng Li, Balyozê Çînê li Enqerê
H. E Deng Li, Balyozê Çînê li Enqerê
Nîşan H. E Deng Li Enqere Belçîka Vîrusa Korona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Çînê yê Tirkiyê Deng Li, di daxuyaniyeke taybet bo Rudawê de behsa wê yekê dike ku vîrusa Koronayê bandoreke xerab li ser peywendiyên Çinê bi cîhanê re re kiriye.

Balyozê Çînî di dema beşdariya xwe ya di panelekê de li Enqerê ji peyamnêrê Rudawê re aşkere kir ku ew bi zehmetî beşdariyê di lûtke û civînên nêwdewletî de dikin. Balyozê Çînê yê Enqerê heman demê spasiya welatên alîkar jî kir.

H. E Deng Li, Balyozê Çînê li Enqerê, dibêje, “Eger di vê karesat û vîrusê de em weke Çîn bikarin peywendiyeke baş li gel welatên cihanê daynin û welatên cihanî alikariyeke pêwîst bikin em dikarin serederiyê di gel vîrusê bikin.”

Deng Li dibêje, “Heta niha gelek welatan; hem hikumetên wan, hem saziyên wan yên sivîl û gelek hemwelatiyan jî alikariyên baş areasteyî Çînê kirine.  Em spasiya wan dikin. Li aliyê din xuya ye ku ev vîrus dê zerbeke mezin jî li aboriya Çinê bide.”

Li aliyê din li gor dawîn amarên ku ji aliyê Komîsyona Tendirustiya Niştimanî hatine belavkirin, heta îro di encama vîrusê de 1114 kesan canê xwe ji dest dane û 44 hezar û 730 kes jî bi wê vîrusê ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst