Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bi Kosret Resûl re civiyan

12-02-2020
RÛDAW
Nîşan YNK Kosret Resûl Elî Bafel Talebanî Lahûr Şêx Cengî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Encûmena Serkirdayetiya YNKê ragihand ku civînên serkirdayetiya YNKê nehatin ‎rawestandin, herwiha Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî serdana Kosret Resûl kirine. Ev jî piştî wê yekê ku şeva derbasbûyî Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên ‎YNKê, Kosret Resûl daxwaza rawestandina civînan kiribû.‎

Endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre ji ‎Rûdawê re da zanîn, ku civîna serkirdayetiya YNKê îro jî berdewam dibe û got: “Di civînê de behsa ‎nameya kek Kosret jî tê kirin.”‎

Sekreterê Medyayî yê Kosret Resûl, Mesûd Mela Hemze jî ji Rûdawê re aşkere kir, ku îro Çarşemê herdu endamên Encûmena Serkirdatiya YNKê, Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî li bajarê Silêmaniyê serdana Kosret Resûl kirine.

Mesûd Mela Hemze got: Civîna îro ya navbera hersê serkirdeyan derbarê rewşa niha ya YNKê û civînên Encûmena Serkirdatiyê de ye, bi taybet piştî ku kek Kosret ji endamên Encûmena Serkirdatiya YNKê re name şand.

Duh Sêşemê 11ê Sibatê Encûmena Serkirdayetiya YNKê hinek bendên din ên peyrewa navxwe ya YNKê ‎pesend kir û di çarçoveya sîstema hevseroktiyê de deng li ser diyarkirina du kesan bo serokatîkirina ‎YNK da.

Tevî ku navên Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek Hevserokên YNKê tê, lê belê heta niha YNKê bi fermî ew yek neragihandiye.

Her şeva derbasbûyî di nameyekê de Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên ‎YNKê Kosret Resûl daxwaza rawestandina civînên serkirdayetiyê kir û daxwaz kir, ku pirsên heyî yên nav YNKê bi gotûbêj û jihevtêgihîştinê bêne çareserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst