WAN – Di xaniyên plastîk de sewze tê berhemanîn

13-02-2020
Rawîn Stêrk
Li hundir 50 kes dixebitin û piraniya wan jî jin in
Li hundir 50 kes dixebitin û piraniya wan jî jin in
Nîşan Xaniyên Plastîk Wan Ebex
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Li navçeya Ebex a Wanê wek yek ji wan cihên herî sar tê zanîn li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber serma û zivistana dirêj, havînan jî her fêkî li vir nagihê. Lê di nava vê sir û seqemê de ew xaniyê plastîkî hatiye çêkirin û ew pênc sal e fringî, xiyar û îsot tê de têne hilberîn.

Xaniyê plasîtî bi ava germavê tê germkirin. Li vê navçeyê carna pileya germayê dadikeve 40 pileyan li bin sifrê. Lê ava germavê hundirê wê her dem guncav dike li gorî pêwîstiya fêkiyan.

Rêvebirê Xaniyê Plastîkî li navçeya Ebex a Wanê, Ercan Karahanli dibêje, bi rêya sîstema ku danîne bi wî awayî ava germavê digihijînin nav wî xaniyê plastîk û dibêje, “Em vê ava germ tenê zivistanê didin xebitandin û havînê digirin.”

Ev dever li pêşa çiyayê Tendûregê ye û aliyêkî wê sînorê Îranê ye. Zivistanan carina 3-4 metre berf dibare. Lê kesên xwedî ramanên karîger germava vê derê zivirandine derfeteke bêhempa. Tevahiya tesîsê li ser 40 donim zevî hatiye çêkirin.

Ava germavê bi sîstemeke taybet li hundirê xaniyê plastîkî hatiye gerandin û niha germahiya hundir 25 derece ye. Tevî ku li derfe serma 19 pile ye di bin sifirê re. Li hundir 50 kes dixebitin û piraniya wan jî jin in. Ew tesîs ji bo navçeyê bûye derfeteke îstihdamê jî.”

Şukran Koç, şîrika şaniyê plastîkî, dibêje, “Vekirina vê tesîsê bi taybetî ji bo jinan gelekî baş bû. Di dawiyê de bo wan bûye terfetek. Ji ber ku jinên li vir nexwendine li destê zilaman dinêrin. Ev kar ji wan ra bû dahatek. Bi rastî tesîseke gelekî xweş e.”

Berhemên ku li vir têne berhemanîn li gorî pîvanan di qelîteya herî baş de ne. Salane derdora 3 hezar ton berhem lê tê. Têsîsê ku bi şêweyê jeotermal dixbite li Tirkiye yekem û tenane xaniyê plastîkî ye. Berhem ji bo Wan û navçeyên derdorê têne şandin. Xebatkarên vê derê kêfxweş in ku derfeteke wiha di ber guhê wan de û serê vî çiyayî hatiye vekirin.

Xebatkarê bi navê Necmettîn Koç jî diyar dike, “Em hatine vir dixebitin. Çinîna xiyaran dikin. Em ê niha van barkin wê biçe Wanê.”

Fatoş Demir ku ew jî li wê tesîsê kar dike dibêje, bi saya vê tesîsê ew debara xwe dikin û kêfxweşiya xwe tîne ziman.

Li vê kargehê ji bo gîhandina van berheman ax nayê bikaranîn. Têkeleke taybet hatiye bikaranîn û ji bo kêzik û kurman jî dermanên ku bi rêbazên biyolojîk amade dibin têne bikaranîn. Ji bo av û germkirinê 120 hezar metre borî hatine raxistin. Bi giştî 10 milyon lîreyê tirk hatiye xerçkirin û li vî quncikê cîhanê yê ku tu dibê hatiye jibîrkirin, encameke wiha nuwaze hatiye bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst