Li Rojavayê Kurdistanê gaz û sotemenî kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê gaz û sotemenî kêm bûye, û welatî jî rastî pirsgirkan hatine. Welatî dibêjin ku weke pêwist sotemenî bi ser wan de nayê dabeşkirin, û gaz jî bi dest nakeve, û nikarin pêdawistiyên xwe dabîn bikin.

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser ji ber daketina pileyên germê, daxwaza welatiyan li ser gaz û sotemenoyê zêde bûye, û ew yek jî bûye sedem ku rêjeya wan kêm bibe, û welatî rastî pirsgirêkan werin.

Li gorî Rêveberiya Xweser, ji bilî wan pirsgirêkan, şaştî di dabeşkirina berheman de hebûye, lê ew hewl didin bi rêya komînan, wê pirsgirêkê çareser bikin.

Li Rojavayê Kurdistanê, li kêleka sermaya zivistanê pirsgirêka kêmpeydabûna sotemenî û gazê jiyana xelkê asteng kiriye.

Welatiyekî Kurd bi navê Ebdilezîz Hesen, ku temenê wî 65 sal e, mijûlî karsaziya alavên papor û gazê ye, derbarê nenûba gazê gazinên xwe dike û dibêje: “Ew mazota didin me têra me nake. Jixwe niha mazotê nadin me û dibêjin nîne. Ma maqul e mazot nebe.”

Ne tenê kêmbûna xazê, herwiha kêşeya benzîn û sotemeniyê derdikeve pêş.

Endamê Rêvebiriya Sotemeniyê li Herêma Cizîrê Şepal Fatimê got: “Li Qamişlo û du bajarên me yên din pirsgirêka gazê heye. Em niha pêre mijûl dibin ku pirsgirêkê çareser bikin.”

Diyar kir ku li bajarê navendî wek bajarê Qamişlo sedema vê pirsgirêkê ji ber hatina zivistinê madeyên sotemeniyê pir tên şewitandin, ji bo şuştin û germdanê û hewldan hene ku di rêya komîteyên şopandinê yên komîn û encûmenên bajaran bê çareserkirin.