Galeriya wêneyan

12-02-2020
10 Photos
Bilind T. Abdullah

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Rûdawê di berdewamiya pêşxistina pêwendiyên xwe yên li gel navendên alademîk û lêkolînên Herêma Kurdistanê de, roja Sêşemê 11ê Sibatê rêkevtinek ji bo hevkarî û jihevtêgihîştinê bi Zanîngeha Kurdistanê re îmza kir.

Ev rêkevtin, çend xalên wek pevguhertina şiyanên zanistî û alîkariya di warê lêkolînan de û herwiha hejmarek çalakiyên din ên hevbeş li xwe digire. Herwiha programa beşdarîkirina xwandekarên Zanîngeha Kurdistanê di rahênanên Navenda Lêkolînan a Rûdawê jî beşek ji vê jihevtêgihîştinê ye.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, ser bi Tora Medyayî ya Rûdawê ye ku mezintirîn tora medyayî li Herêma Kurdistanê ye. Ev navend sala 2016 û wek hewlekê ji bo tijekirina beşek ji kêmasiyên lêkolînên derbarê Rojhilata Navîn de li Herêma Kurdistanê hat damezrandin.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, herwiha bi rêya pevgirêdana ezmûnên siyasî, şiyanên akademîk û guhastina teoriyan bo nav bûyerên di praktîkê de diqewimin, hewl dide nirxadineke real ji bo bûyeran bike û pêşniyarên xwe pêşkêşî elîta siyasî û navendên biryardayînê yên Herêma Kurdistanê dike.

Zanîngeha Kurdistanê jî sala 2006 ji aliyê Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ji bo çêkirin û pêşxistina şiyanên miorvî û zanistî li Kurdistanê hate damezrandin û navenda wê li Hewlêrê ye.