Rêbwar Talebanî banga beşdarkirina civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir

12-02-2019
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Encûmena Parêzgeha Kerkûkêê Rêbwar Talebanî PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî banga endamên encumenê kirk u tevlî civîna awarte ya di 18ê Sibatê de bibin.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî diyar kir ku roja 18ê Sibata îsal civîna awarte Encûmena Parêzgeha Kerkûkê heye û ji endamên encumenê daxwaz kirk u tevlî wê civîn bibin. Rêbwar Talebanî da zanîn ku civîn saet di 10.00ê de ye lê derbarê cihê civînê de ti zanyarî neda.


Derbarê vê yekê de Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Cemal Mewlûd ji Rûdawê re wiha got: “Rêbwar Talebanî wek Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji beşa ragihandinê ya encumena Kerkûkê re nivîsek şandiye, lê îro zêdeyî 9 endamên Tirkmen û Ereb li dijî Talebanî îmze kom kirine û dibêjin ew wî wek serokê encumenê qebûl nakin.”


Di civîna 5ê Sibatê de şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku li Hewlêrê hate sazkirin, herdu alî li ser wê yekê rêkevtin kirin, heman roja ku parlamentoya Kurdistanê dicivie, wate di 18-02-2019 de, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî li bajarê Hewlêrê bicive.


Lê belê li ser dem û cihê civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, di navbera pêkhateyên parêzgehê de nakokî hene.


Pêştir Rêbwar Talebanî ragihandibû, ku eger li gor yasayê be ew dê serpireştiya civîna encûmenê bike, ku dê li Hewlêrê bê lidarxistin.


YNKê bi sûdwergirtina ji pakêteke mijara hikûmetê li Hewlêr û Bexda û parêzgeha Kerkûkê, daxwaz kiriye ku parêzgarekî ji YNKê were danîn, di civîna duyem de dê navê berbijêr deynin ber PDKê.


Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê çend civînên şêwirê encam dane, lê belê heta niha ti civîneke asayî li dar nexistiye.

 

Lidarneketina civînên asayî yên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji ber wê yekê bû, ku Fraksyona Birayetî, ku fraksyona Kurdî ya nav encûmenê ye, û bi 26 endaman xwediyê piraniya kursiyên encûmenê ye, amade nebû civîn were sazkirin.

 

Beşek ji endamên Fraksyona Birayetî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, ji ber ku Kerkûk weke “herêmeke dagîrkirî” dibînin, amade nebûn ku vegerin Kerkûkê, lewma civînên encûmenê nehatin sazkirin.

 

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di du hefteyên bihorî de gelek hewl da, ku Cemal Mewlûd weke kesê herî bi temen ê nav encûmenê, serpireştiya civînên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bike, lê belê di hewldana xwe biserneket û herî dawî duh YNK û PDK di civîna xwe ya li Hewlêrê de li ser wê yekê li hev kirin, ku roja 18ê vê mehê civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst