Cîgirê Giştî yê PDK-Tê: Serokê me guhdariya meclîs û rêveberiya partiyê nekir

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Giştî yê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê li Tirkiyê (PDK-T) Şerefxan Cizîrî derbarê tifaqa ligel HDPê pêk anîn de got ku wan di meclîsa partiyê de biryara tifaqê da, lê serokê partiya wan Mehmet Emin Kardaş bi serê xwe tevlî civînên ligel HDP bû û navên bibin namzed ligel wan gotûbêj nekiriyê û biryar li ser daye. Cizîrî herwiha got: “Em dikarin bibêjin ku demokrasiya di nav partiyê de baş nehat bikaranîn û Serokê Partiyê guhdariya meclîs û rêveberiya partiyê nekir.”

 

HDP ligel Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk, Komeleya Kurdên Şoreşgêr ên Demokrat, Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye û Platforma Demokrat a Kurd hevpeymanî ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê pêk anîbû.


Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku li derveyî vê hevpeymanê man jî biryar dan ku bi namzetên serbixwe tevli hilbijartinên şaredariyan bibin. HAKPAR û PDK Bakur jî dê piştgiriya namzetên serbixwe ya van herdu partiyan bike.


Cîgirê Giştî yê PDK-Tê Şerefxan Cizîrî li ser mijara hilbijartinên herêmî tevlî bultena Rûdawê bû.


Şerefxan Cizîrî derbarê tifaqa ligel HDPê re kirine de wiha got: “Hilbijartinên herêmê ne li ser prensibên gelek mezin ên siyasî têne kirin, ew prensîp zêdetir li ser mirov çawa dikare xizmeta gelê xwe bike, mirov dikare çawa hevbeşiyê di nav Kurdan de ava bike û hêzê Kurdî nêzîk hev bikin. Em di vê çarçoveyê de beşdarî tifaqê bûne. Meclîsa partiya me bi yekgirtiya dengan biryar da tevlî tifaqê bibe. Piştî wê jî gufûgoyan dest pê kir. Mijarên wek daxwaza Kurdistaneke serbixwe di hilbijartinên herêmî de zêde cih nagirin, lê piranî mijarên wek pêşxistina bajaran û pêşkeşkirina xizmetan têne niqaşkirin.”


Derbarê nakokiyên di nav PDK-Tê de jî Şerefxan Cizîrî got: “Bernameyên partiyên siyasî li gorî organên xwe yên siyasî dimeşin. Oraganên siyasî jî meclîsa partiyê û rêveberiya partiyê ye. Di destpêkê de, me di meclîsa partiyê de li ser vê mijarê bi yekgirtina dengan biryar da û me got ku em alîgire vê tifaqê ne û bi HDPê re tifaqê pêk bînin. Çîmkî HDPê mafê beşdarkirina hilbijartinên herêmê hebû, lê partiyên me yên din mafê beşdarkirina hilbijartinan nebû. Piştî em tevlî tifaqê bûn, me biryar da ku em di nav xwe de biryara xwe li ser nav û cihan bidin, lê biryar di nav rêveberiya partiyê de nehatin dayîn. Serokê Partiyê (Mehmet Emin Kardaş) bi serê xwe tevlî civînên ligel HDP bû û navên bibin namzed ligel me gotûbêj nekir. Em dikarin bibêjin ku demokrasiya di nav partiyê de baş nehat bikaranîn û Serokê Partiyê guhdariya meclîs û rêveberiya partiyê nekir.”


Cizîrî tekez kir ku wan wek meclîs û rêveberiya partiyê li ser cih û navan ti biryar nedane û Serokê Giştî yş PDK-Tê Mehmet Emin Kardaş îradeya xwe bikar anî û kure xwe kir berbijêr, lê HDPê bi xwe ew red kir û wiha pê de çû: “Pirgisrêk di nav wî û HDPê de çêbû, ne di nav me de. Berbijêrê niha jî Serokê Partiyê bi xwe destnîşan kiriye, ew jî endemekî me yê ji rêze ye û ew wî nas nakin û di nav rêveberiya me de jî cih ne girtiye. Ez bawerim mirovatiya Serokê Partiyê bi wî şexsî re jî heye.”


Derbarê mijara destnîşankirina berbijêrn hevpeymanên HDPê de jî Cizîrî got: “Dema partî namzedan destnîşan dike, kî dibe bila bibe, kêmanî divê mirov li hinek taybetmediyan binêre wek; ew namzed çiqas jêhatine, ew namzed çiqas nûnertiya partiya xwe dikin û ew namzed çiqas xwediyê pîvanên exleqîne? Lê di nav me Kurdan de ev pîvanên wiha baş nayên nîqaşkirin, ev yek jî ji bo tevgera niştîmanî ya Kurdan kêmasiyeke mezin e. Berî em gazindan ji dewletan bikin divê em ji xwe dest pê bikin.”