PDK îro bi Komela Îslamî û Sosyalîst re dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Partiya Demokrata Kurdistanê li gel Komela Îslamiya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê dicive.

 

Li gor agahiyan, biryar e îro şanda Encûmena Siyasî ya Komela Îslamiya Kurdistanê li Hewlêrê serdana Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bike.

 

Endamê Serkirdatiya Komela Îslamî, Hesen Bekir ji Rûdawê re ragihand, şanda wan dê îro Sêşemiyê li Hewlêrê serdana PDKê bike û diyar kir, civîna wan jî ji bo asayîkirina rewşê û pêşvebirina pêwendiyên navbera herd aliyan e.

 

Hesen Bekir herwiha got, civîna wan a bi PDKê re derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de nîne, lê eger PDK behsa vê mijarê bike ew jî dê gotina xwe têkidlarî mijarê bikin.

 

Her îro Sêşemî şanda Partiya Demokrata Kurdistanê dê li Hewlêr serdana Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê bike.

 

Serokê Fraksiyona Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê, Ebdullah Hacî Mehmûd ji Rûdawê re ragihand, di hevdîtinê de ew dê behsa civîna roja 18ê vê mehê ya Parlamentoya Kurdistanê bikin.

 

Biryar e roja 18ê vê mehê Parlamentoya Kurdistanê bicive.

 

Partiya Demokrata Kurdistanê herwiha duh jî li Hewlêrê bi Eniya Tirkmenî, çend partiyên Mesîhî û çend aliyên Tirkmenî re civiyabû.