Cebar Yawer: Pêşmerge ber bi Xurmatû ve neçûye

Hewlêr (Rûdaw) - Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, vegera Hêzên Pêşmerge bo nêzîkî navçeya Xurmatû û livandina du fewcên Pêşmerge ber bi navçeya Felûceyê ve red dike.

 

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Ferîq Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ragihand ku “Wezareta Pêşmerge wan nûçeyên derbarê vegera Hêzên Pêşmerge bo nêzîkî Xurmatû yan jî livandina du fewcên Hêzên Pêşmerge ber bi Felûceyê ve red dike”.

 

Cebar Yawer got jî, ew tekez dikin ku “ti yekeyên Hêzên Pêşmerge nehatiye livandin û fermana vê yekê jî ji bo ti yekeyan nehatiye dayîn, hemû Hêzên Pêşmerge li bingeh û baregehên xwe yên serekî û hêlên serekî yên berevaniyê ne”.

 

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge herwiha da zanîn, “nûçeyên ku çavkaniya wan nefermî be û molet ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve pê nehatibe dayîn, nûçeyên nerast in û bê bingeh in”.

 

Navçeya Xurmatû yek ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye. Ji aliyê îdarî ve, herdu navçeyên Xurmatû û Felûce ser bi parêzgeha Selahedîn a Iraqê ve ne.