‘Berxwedana Efrînê gelê Kurdistanê serbilind kiriye’

Hewlêr (Rûdaw) – Şanda Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku dê hemû hewldanên xwe ji bo şikandina dorpêçkirina Efrînê bixin tevgerê. Tekez jî kir ku xelkê Efrînê cihê şanaziyê ne û qehremanî û berxwedana wan hemû gelê Kurdistanê serbilind kiriye.


Şanda Parlamentoya Kurdistanê roja Şemiyê (10.02.2018) ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ketibû rê û doh êvarê (11.02.2018) gehiştibû bajarê Efrînê. Armanca vê serdanê ji nêzîk ve şopandina rewşa wê herêmê ye ku niha di jêr êrîşên Tirkiyê de ye.


Şanda Parlamentoya Kurdistanê îro li bajarê Efrînê civîneke çapemeniyê saz kir û bal kişand ser berxwedan û xweragiriya xelkê Efrînê û şervanên Kurd. Di civîna çapemeniyê de Endamê Şanda Parlamentoya Kurdistanê Şêrko Heme Emîn, ragihand ku derbarê zerar û ziyanên Efrînê de raportekê pêşkêşî rêxistinên navdewletî, konsulxane û balyozxaneyên welatên cîhanê dikin û got: “Helwêsta civaka navdewletî cihê rexnekirinê ye.”


Parlamenter Ebas Fetah jî  piştgiriya gelê Başûr bo Rojava û taybetî Efrîn û dubare kir û wiha axifî: “Destpêkê ez slavan dighînim hemû şehîdîn gelê me, bi taybetî şehîdên berevanîkirina bajarê xweragir Efrînê. Em slavên gelê Başûr dighînin we, serkeftinên Kobanî û xweragiriya niha ya Efrînê, hemû gelê Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê serbilind kiriye. Li Başûr ku niha em nûnertiya xelkê Başûr li Parlamentoya Kurdistanê dikin, dilê wan li ba we ye, serkeftinên we em hemû û gelê Kurd serbilind kirine.”


Fetah amaje bi wê yekê da ku yekem car e di dîroka cîhanê de neteweyeke bê pişt û penabe û ti welatek piştîvanî neke, kariye 24 rojan li ber xwe bide û wiha axifî: “24 roj e Efrîn di jêr êrîşan de ye û heta niha li ber xwe dide. Ev yek cihê şanaziyê ye bo gelê me, divê em bikin wek dersekê ji xwe re. Ev nîşana tebayî, yekrêzî û yekbûna gelê me ye, nîşana jixwebawerbûnê ye ku bikare li beramber mezintirîn dewleta di warê leşkerî de raweste. Divê em wan nakokiyên navxweyî ku heta niha li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava hene, nehêlin. Niha derket ku kes pişta me nine, ne em bi xwe bin. Tenê bi hêza xwe em dikarin berevaniyê li xwe bikin.”


Ebas Fetah bal kişand ser rola şervanên Kurd jî û axaftina xwe wiha qedand: “Şervanan li Efrînê hemû gelê me ser bilind kirine. Em hêviya serkeftin û serfiraziyê ji wan re dixwazin, em amade ne hemû hevkarî û piştgiriyekê heta ji dest me were di warê maddî û manewî de bikin. Hun her serkeftî û serbilind bin. Hêvîdar in ev nexweşiyên dawî yên gelê me bin. Ez piştrast im ku li Efrînê serkeftî dibin ku di vê dema dirêj de bi hemû tank û topan nikarîn bostek ax dagîr bikin.”


Şanda Parlamentoya Kurdistanê ji Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Halo, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ebas Fetah, Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn, Partiya Komunîst Ebû Karwan û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Suhrab Mîkaîl pêk tê û nûnertiya hemû fraksyonên parlamentoyê dikin.


Serdana şanda Parlamentoya Kurdistanê di demekê de ye ku îro 24 roj di ser operasyona Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê re derbas dibin. Şervanên YPGê û xelkê Efrînê jî bi hemû awayekî berevaniyê li bajarê xwe dikin.