Şanda Parlamentoya Kurdistanê li Efrînê ye
Hewlêr (Rûdaw) – Şanda Parlamentoya Kurdistanê gehişte Efrîna Rojavayê Kurdistanê. Armanca vê serdanê ji nêzîk ve şopandina rewşa wê herêmê ye ku niha di jêr êrîşên Tirkiyê de ye.
Li gor medya PYDê, şanda Parlamentoya Kurdistanê ku ji roja Şemiyê (10.02.2018) ketibû rê, doh êvarê (11.02.2018) gehişte bajêr û tê çaverêkirin îro dest bi hevdîtinên xwe bike û rewşa herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve bişopîne.
Şanda Parlamentoya Kurdistanê ji 5 kesan pêk hatiye û bi merasîmeke taybet li Meydana Şehîdan ji aliyê berpirsên Kantona Efrînê û sedan hevwelatiyên din ve hat pêşwazîkirin.
Şanda Parlamentoya Kurdistanê ji Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Halo, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ebas Fetah, Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn, Partiya Komunîst Ebû Karwan û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Suhrab Mîkaîl pêk tê û nûnertiya hemû fraksyonên parlamentoyê dikin.
Di merasîma pêşwazîkirinê de Hevserokên Rêvebirina Efrînê Hêvî Mistefa û Şêx Îsa axifîn. Şêx Îsa got: “Serdana şanda Başûr, yekîtiya gelê Kurd nîşan dide.” Hêvî Mistefa jî wiha axifî: “Em bi hatina şanda Başûrê Kurdistanê serbilind in. Hatina wan pêngaveke din a yekîtiya gelê Kurd e.”
Li ser nave şanda Parlamentoya Kurdistanê Elî Halo, behsa berxwedana gelê Efrînê kir û got: “Ew berxwedana we ya li dijî dagîrkeriyê cihê serbilindiyê ye. Em hatine daku ji nêzîk ve rewşa Efrînê bibînin û yekîtiya gelê Kurd tekez bikin.”
Berî şanda parlamento ji Başûr ber bi Rojavayê Kurdistanê bikeve rê, Rawêjkarê Ragihandina Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha axifî bû: “Şanda parlamentoyê hinek derman û amûrên pizîşkî ligel xwe dibe Efrînê. Ev hevkariya han ji aliyê Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê ve hatiye dabînkirin.”
Serdana şanda Parlamentoya Kurdistanê di demekê de ye ku roja Yekşemê 11ê Sibatê, 23 roj di ser operasyona Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê re derbas dibin. Şervanên YPGê û xelkê Efrînê jî bi hemû awayekî berevaniyê li bajarê xwe dikin.