HELEBCE – 4 milyon hebên hişbir hatine desteserkirin

Helebce (Rûdaw) – Asayîşa Şarezûrê di du operasyonên cuda de dest danî ser 171 karton dermanê curê Tramadol, ku ev derman weke madeyekî hişbir tê bikaranîn.  

 

Berdevkê asayîşa navçeya Şarezûra Helebceyê Aras Mihemed di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, di encama du operasyonên cuda de dest danîne ser 171 karton dermanê Tramadol, ku dike 4 milyon heb.  

 

Aras Mihemed derbarê berfirehiya operasyonan de jî got; “Roja 5ê Sibata 2017ê hêzên me yên Binkeya Asayîşa Şîrwanê di otomobîlekî de 44 kartonên dermanê Tramadol destser kirin. Ev derman di bin gulên sirûştî de hatibûne veşartin û ji bo şandina derve hatibûne amadekirin.”

 

Mihemed herwiha got; “Roja 6ê Sibatê jî mûfrezeyekî Rêveberiya Asayîşa Şarezûrê li nav kogehekî Helebceyê de dest danîne ser 127 kartonên din ên dermanê Tramadol. Ev heb weke madeyekê hişbir tê bikaranîn. Herwiha li derveyî Herêma Kurdistanê bi end dermanên din tê tevlîhevkirin û paşî di nav şûşeyan de tînin û difiroşin.”

 

Berdevkê Asayîşa Şarezûrê herwiha da zanîn, ku di dema operasyonan de 4 kes bi gumana bazirganiya van demanan hatine binçavkirin.

 

Aras Mihemed daxuyand, ku niha bi awayekî berçav bazirganiya van heban zêde bûye.