PAK ligel Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyê re civiya
Navenda Nûçeyan - Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik û Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyê Hansjörg Haber li Amedê hevdîtinek pêk anîn.
Serokê nû yê Delegasyona Tirkiye yê ya Yekitiya Ewropayê ( Balyozê Nû ) Hansjörg Haber jibo hevnasîna nûnerên hinek partî û dezgehên sivîl û jibo fêhmkirina nêrîn û pêşniyarên wan yên di derbarê çareserkirina pirsgirêkan de li Amedê bû.
Bi vê mebestê, li ser vexwendina Balyozê Yekitiya Ewropa yê Tirkiyeyê Hansjörg Haber, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û hinek nûnerên partiyên siyasî, li Amedê di şîvekêde bi rêzdar Hansjörg Haber re hevdîtinek pêk anîn.
Hansjörg Haber anî ziman ku bi sedema nû destpêkirina wezîfeya xwe, hem jibo hevnasîna nûnerên hinek partiyan, hem jî jibo çareserkirina pirsa Kurd, pirsa demokrasiyê li Tirkiyeyê û pêvçûnên ku îro didomin de, nêrin û pêşniyariyên wan bistîne seredana Amedê kiriye.
Mustafa Ozçelik ji bo derbarê rewşa Bakurê Kurdistanê û Tikiyê diyar kir Tirkiyê 90 sal in bi awayekî şaş hewl dide pirsa kurd û Kurdistanê çareser bike û got: “Pirsgirêk pirsgirêka kurd û Kurdistanê ye û li gorî vê teşhîsê divê jibo çareseriyeke mayînde, bernameyên demkî û yên esasî bêne tesbît kirin û gav bêne avêtin.’’
Herwiha Ozçeli got: ‘’Tecrubeya Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê, jibo çareserkirina pirsa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî dikare bibe mînakek berbiçav.
Berdewamiua axaftina xwe de Ozçelik wiha got: ‘’Di dîroka dewleta Tirk de gelek mînak henin ku dewletê nikariyî bi tundî, êrîş, kuştin û wêrankirinê pirsgirêka Kurdan çareser bike, doza azadiyê ji holê rake. Ji ber vê yekê jî, ji aliyê dewleta Tirk ve careke din bijartina rêya şîdetê, hem bêsiûdî hem jî bêçareseriyes .Şerê ku PKK îro di nav bajaran de didomîne û siyaseta xendekan jî ji doza azadiya Kurdistanê re xizmet nake, zerarê dide vê dozê.’’