PAK ligel Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyê re civiya

12-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik û Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyê Hansjörg Haber  li Amedê hevdîtinek pêk anîn.

Serokê nû yê Delegasyona Tirkiye yê ya Yekitiya Ewropayê ( Balyozê Nû ) Hansjörg Haber jibo hevnasîna  nûnerên hinek partî û dezgehên sivîl û jibo fêhmkirina nêrîn û pêşniyarên wan yên di derbarê  çareserkirina pirsgirêkan de li Amedê bû.

Bi vê mebestê,  li ser vexwendina  Balyozê Yekitiya Ewropa yê Tirkiyeyê Hansjörg Haber, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û hinek nûnerên partiyên siyasî, li Amedê  di şîvekêde bi rêzdar Hansjörg Haber re hevdîtinek pêk anîn.

Hansjörg Haber anî ziman ku bi sedema nû destpêkirina wezîfeya xwe,  hem jibo hevnasîna nûnerên hinek partiyan,  hem jî jibo çareserkirina pirsa Kurd, pirsa demokrasiyê li Tirkiyeyê û pêvçûnên ku îro didomin de,  nêrin û pêşniyariyên wan bistîne seredana Amedê kiriye.

Mustafa Ozçelik ji bo derbarê rewşa Bakurê Kurdistanê û Tikiyê diyar kir Tirkiyê 90 sal in bi awayekî şaş hewl dide pirsa kurd û Kurdistanê çareser bike û got:  “Pirsgirêk pirsgirêka kurd û Kurdistanê ye û li gorî  vê teşhîsê divê jibo  çareseriyeke mayînde, bernameyên demkî û yên esasî  bêne tesbît kirin û gav bêne avêtin.’’

Herwiha Ozçeli got: ‘’Tecrubeya  Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê,  jibo çareserkirina pirsa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî dikare bibe mînakek berbiçav.

Berdewamiua axaftina xwe de Ozçelik wiha got: ‘’Di dîroka dewleta Tirk de gelek mînak henin ku dewletê  nikariyî  bi tundî, êrîş, kuştin û wêrankirinê pirsgirêka Kurdan çareser bike, doza azadiyê ji holê rake. Ji ber vê yekê jî, ji aliyê dewleta Tirk ve careke din bijartina  rêya şîdetê, hem bêsiûdî hem jî bêçareseriyes .Şerê ku PKK îro di nav bajaran de didomîne û siyaseta xendekan jî  ji doza azadiya Kurdistanê re xizmet nake, zerarê dide vê dozê.’’

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst