Mesrûr Barzanî: Parastina jîngehê erkê me hemûyan e

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokwezîr Mesrûr Barzanî Jîngeha Herêma Kurdstanê Dihok Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku parastina jîngeh û hewaya Kurdistanê erkê her kesî ye.

Mesrûr Barzanî serokatiya civîneke taybet a li ser pîsbûna hewayê ya Hewlêr û Dihokê kir û di civînê de 4 biryar hatin dayîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Mesrûr Barzanî ji bo lêkolîn û şopandina pirsgirêka pîsbûna hewayê ya her du bajarên Hewlêr û Dihokê serokatiya civîneke taybet kir.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, ji bo paqijkirina hewayê bajar her parzûngeha ku li derveyî merc û rêbazên kar bike û bibe sedema pîsbûna jîngehê, dê prosedurên yasayî li hemberî wê dest pê bikin.

Her wiha xwediyên jeneratoran karebayê divê fîlterên deng û pîsiyê bi kar bînin.

Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku mijara parastina jîngehê beşeke girîng a bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

“Parastina jîngehê divê ji bo her kesî bibe erk”

Serokwezîr Herêma Kurdistanê ragihand ku parastina jîngeh û xwezaya bedew a Kurdistanê ji bo her kesî bibe erk divê her kes xema parastina wê bixwe.

Mesrûr Barzanî her wiha got, "Parastina tenduristiya welatî û jîngeha Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsa pîsbûna hewayê ji bo me gelekî girîng e û erkekî pêşîn a hikûmetê ye."

Li gorî daxuyaniyê 4 biryarên hatine standin ev in:

1. Ji îro pê ve her parzûngeh an her kargeheke ku li derveyî merc û rêbazan kar bike û bibe sedema pîsbûna jîngehê dê prosedûrên yasayî li hemberî wê bên destpêkirin.

2. Rê li ber her parzûngehan an her kes û aliyê ku sotemeniya pîs a otomobîlan hilberîne yan bi qaçaxî bîne û zererê bide tenduristiyê, tê girtin.

Her wiha divê sînordarkirinek ji bo şewitandina gaza hawel (gaza zêde) a li kêlgehên petrolê tê şewitandin bê danîn.

3. Divê xwediyên jeneratoran karebayê pabendî rêbazên hikûmetê bin û fîlterên deng û pîsiyê bi kar bînin û her kesê binpêkariyê bike dê prosedûrên yasayî li hemberî wan bên destpêkirin.

4. Divê rê li ber wê yekê bê girtin ku ava pîs û ava cihokan ji bo avdana sewze û avdanê neyê bikaranîn.

Li gorî pisporan parzûngehên petrolê û jeneratorên nava bajarên bûne sedema sereke ya pîsbûna hewayê û zêdebûna hejmara nexweşiyên penceşêr û xwînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst