Li Colemêrgê rêya 132 cih û waran hat girtin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Girtina Rêyên Gundan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê berf ket û rêyên 132 cic û waran hatin girtin.

Li Colemêrgê şev berf barî û navenda bajêr û deverên bilind spîçîl bûn.

Berfê li Colemêrgê rê girtin, welatiyan berfa pêşiya xanî û kargehên xwe avêt.

Li gorî agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr daye,  berfê rêyên 132 cih û waran girtin.

Ekîbên berfê hewl didin ku rêyan vekin, ekîbên Rêbej û Şaredariya Colemêrgê jî berfa rê û kuçeyan paqij kir.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî berf barî.

Li wê navçeyê berf bû sedema ku xelk tengasiyê bikêşînin.

Xelkê navçeyê berfa pêşiya xaniyên xwe û berfa ser wesayîtên xwe avêt.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst