Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan soza namzebûna parlamenteriyê da stranbêjê navdar Îbrahîm Tatlises.
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan doh li Amedê tevlî kongreya 8emîn a AK Partiyê ya bajêr bû.
Piştî bernameya kongreyê, Erdogan êvarê ji Amedê çû Rihayê.
Erdogan li wir jî tevlî Kongreya 8emîn a Asayî ya AK Partiyê ya Rihayê bû.
Stranbêjê navdar ê Rihayî Îbrahîm Tetlises bi performansa xwe ya li ser dikê bala beşdariyan kişand.
Îbrahîm Tatlises bi Erdogan re derket ser dikê û strana xwe ya bi navê "Haydî Soyle" got û Erdogan jî bi wî re beşek ji stranê got.
Îbrahîm Tatlises di kongreyê de pesnê Erdogan da û jê pirsî, "Hûn ji bo serokomariya qonaxa pêş me amade ne?"
Erdogan bersiva "Eger tu hebî, ez jî heme" da.
Tatlises jî got, "Ez heta mirinê heme, me soz wergirt" û dubare piştgiriya xwe ji Erdogan re anî zimên.
Divê re gotin ku Îbrahîm Tatlises gelek caran xwestiye ji AK Partiyê ji bo parlamenteriyê bibe namzed lê AK Partiyê ew nekiriye namzed.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse