Amir Faris: Top û tankên Tirkan malên sivîlan bi ser serê wan de dirûxînin
Hewlêr (Rûdaw) - Amir Farisê ji Zirganê got, “Top û tankên Tirkan malên sivîlan bi ser serê wan de dirûxînin.”
Tirkiyeyê û komên wê yên çekdar êrişên xwe yên li bajarokê Zirganê yê Serê Kaniyê zêde kirine.
“Ka ji xeynî sivîlan li kê dixin?”
Amir Farisê ji Zirganê ji Dilbixwîn Dara re behsa êrişan kir û got:
“Top û tankên Tirkan malên sivîlan bi ser serê wan de dirûxînin.
Heya bi şivanên li ber kulekên xwe jî ji topên Tirkan nefilitîn.
Em sivîl in û li malên xwe ne lê top bi ser serê me de tên.
Nema xewa şevan dikeve çavên zarokên me.
Ka ji xeynî sivîlan li kê dixin?”
Amir Faris diyar kir ku xelk neçar e li malên xwe bimîne û got, “Eger qoziyeke malan jî saxlem bimîne xelk li malên xwe vedigere.”
Dema weşana Rûdawê jî êrişan berdewam dikir û dengê topan dihat.
Amir Faris wiha behsa rewşê kir, “Aniha dengê topan tê, kîlometreyekê dûrî min e.”
#VÎDEO - Çekdarên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan gundên Zirganê topbaran dikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 12, 2025
Amir Farisê ji Zirganê ji Rûdawê re got:
🎙️ Top û tankên Tirkan malên sivîlan bi ser serê wan de dirûxînin
🎙️ Heya bi şivanên li ber kulekên xwe jî ji topên Tirkan nefilitîn
🎙️ Em sivîl in û li… pic.twitter.com/2jqadU0cCt