Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwêş got, “Dibe ku nakokiyên Tirkan û Îsraîlê çêbibin.”
Piştî ku li Sûriyeyê desthilata Esed nema çarenivîsa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê mijara germ a herêmê ye.
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwêş pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser mijarê berivandin.
“Dibe ku nakokiyên Tirkan û Îsraîlê çêbibin”
Hoşeng Derwêş diyar kir “Hîn tep û toz ranebûye, li ser Sûriyeyê gelek planên din hene” û got:
“Bila dilê me wilo xweş nebe. Divê em karibin li gorî guherînan gavên bilez biavêjin.
Fişara Tirkan heye û berjewendiyên hêzên herêmî hene.
Colanî nikare bi tena serê xwe biryara dawî bide.
Dibe ku nakokiyên Tirkan û Îsraîlê çêbibin. Li Siûdiyê dixwazin ji Tirkan re bibêjin ‘Bes’.
Vêca dê Tirk razî bibin? Na.
Dixwazin xêr û xêratên Deryaya Spî ji xwe re bibin.”
Hoşeng Derwêş li ser hevdîtina Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer got:
“Heta niha di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer (Colanî) de tiştekî bi wateya lihevkirinê nîne.”
“Pêdiviya me bi yekîtiyê heye”
Derwêş li ser diyaloga di navbera aliyê Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê jî ava agahî dan:
“Danûstandinên me û ENKSyê ji bo me mijara herî girîng e.
ENKS nayê li ser maseyê rûnane û dibêje ev şertên min hene.
Hûn dibînin ku Tirk çi bi serê Kobaniyê tînin, pêdiviya me bi yekîtiyê heye.
Em hêvî dikin ku Herêma Kurdistanê bêhtir alîkar be.
Divê em gavên bilez biavêjin, eger ENKS were ser maseyê Kurd dê xurttir bibin.”
“Daxwaza dilê min Kurdistaneke serbixwe ye”
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku divê Kurd daxwazên xwe li gorî rastiya heyî diyar bikin û got:
“Daxwaza dilê min Kurdistaneke serbixwe ye lê siyaset zanîna tiştên mimkin e.”
Hoşeng Derwêş amaje bi êrişên Tirkiye û komên wê yên çekdar jî da û got, “Me soza parastinê dabû gelê xwe û em soza xwe tînin cih.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse