Amêdî: Di navbera Tirkiye û PKKyê de şerekî dijwar derket

Hewlêr (Rûdaw) - Îro danê êvarê li gundê Sigêreyê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê di navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de şer û pevçûnên dijwar derketin.

Welatiyekî ji gundê Sergelêyê yê navçeya Amêdiyê Şêrwan Sergelî ji Rûdawê re ragihand ku saet 16:30ê êvarê li Sora Sigêrê di navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de şer derket.

Li Sora Sigêrê xaleke kontrolê ya artêşa Tirkiyeyê heye.

Li gorî vîdeoyên ku ketine destê Rûdawê, şer nîv saetan berdewam kiriye û tenê du kîlometran dûrî gund bûye ku di nav xelkê de bûye sedema tirs û xofê.

Heta niha kuştî û birîndarên şer ne diyar in û cihê ku şer lê diqewime herêmeke qedexe ye ku ev demeke şerên giran lê rû didin.

Şerê giran ê di navbera Tirkiye û PKKyê de piştî wê yekê dest pê kir ku îro piştî nîvro Tirkiyeyê 2 otombîlên gerîlayên PKKyê li gundê Dirêşê kirin armanc.

Li gorî daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, dronên Tirkiyeyê li nêzîkî gundê Dirêşê ya nahiyeya Dêrelûkê 2 otomobîlên gerîlayên PKKyê kirine armanc.