Hewlêr (Rûdaw) - Îro danê êvarê li gundê Sigêreyê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê di navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de şer û pevçûnên dijwar derketin.
Welatiyekî ji gundê Sergelêyê yê navçeya Amêdiyê Şêrwan Sergelî ji Rûdawê re ragihand ku saet 16:30ê êvarê li Sora Sigêrê di navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de şer derket.
Li Sora Sigêrê xaleke kontrolê ya artêşa Tirkiyeyê heye.
Li gorî vîdeoyên ku ketine destê Rûdawê, şer nîv saetan berdewam kiriye û tenê du kîlometran dûrî gund bûye ku di nav xelkê de bûye sedema tirs û xofê.
Heta niha kuştî û birîndarên şer ne diyar in û cihê ku şer lê diqewime herêmeke qedexe ye ku ev demeke şerên giran lê rû didin.
Şerê giran ê di navbera Tirkiye û PKKyê de piştî wê yekê dest pê kir ku îro piştî nîvro Tirkiyeyê 2 otombîlên gerîlayên PKKyê li gundê Dirêşê kirin armanc.
Li gorî daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, dronên Tirkiyeyê li nêzîkî gundê Dirêşê ya nahiyeya Dêrelûkê 2 otomobîlên gerîlayên PKKyê kirine armanc.
Dîmenên şerekî dijwar ê di navbera PKK û Tirkiyeyê de 2 kmyan dûrî gundekî Dihokê, ji aliyê gundiyan ve hatin girtin pic.twitter.com/JvkY5c3mJJ
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 12, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse