Maşallah Dekak: Ti kes nikare weşana me asteng bike

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê kesekî hewl da êrişî Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak bike.

Wî kesî heqarat û çêr kirin herwiha hewl da bi awayê fîzîkî êrişî Dekak bike.

Dema ku Maşallah Dekak serdana Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan dişopand, li ber Mizgefta Mezin a Amedê rastî êrişê hat.

Kesê ku heta niha nasnameya wî diyar nebûye got, “Bi aqil bin, ev der Komara Tirkiyeyê ye, bi Kurdî neaxivin” û “Ev der Diyarbekir e tu nikarî bi Kurdî biaxivî” êrişî Maşallah Dekak kir.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak li ser êrişê anî ziman:

“Xelkê li derdorê di serî de fem nekir ku çi diqewime lê piştî ku xelk têgihişt ku ew dibêje li vir Kurdî neaxivin, wan berê xwe da wî ku êriş bikin.

Ez çûm min ji polîsan re got, vî bigirin dê li vir teşqeleyekê derxe, problemeke mezintir derkeve û me ew da girtin.

Herçiqas ji bo parastina Alî Babacan li derdorê bi sedan polîs jî hebûn lê wan midaxeleyî êrişkar nekir.”

“Tahir Elçi 50 metreyan nêzîkî li cihê ku êriş li min hat kirin, hat kuştin”

Maşallah Dekak herwiha got:

“Me gilî tomar kir ku divê ew were cezakirin. Ew ne qanûn e, heger me tawanek kiribe dê li gorî destûrê me bidarizînin em dê îfadeya xwe bidin, yan dê cezayê bidin yan jî em dê beraatê wergirin.

Ew nikare xwe bixe şûna destûrê û êrişî me bike. Ew bi Tirkî axivî min bi Kurdî bersiv dayê.

Dibe ku êrişeke siyasî be, em nizanin li pişt vê çi heye, dibe ku tiştekî tarî be. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi 50 metreyan nêzîkî li cihê ku êriş li min hat kirin, hat kuştin.

Tirs û xof jî ket dilê me ku kesekî din jî were êrişî me bike û me bikuje.

Ez dixwazim ew kes were desteserkirin û ji bo ku kesekî din tiştekî wisa li rojnamegeran neke divê ew were girtin.

Ti kes nikare weşana me asteng bike û Rûdaw dê rûmala xwe berdewam bike.”

Maşallah Dekak destnîşan kir ku wî derbarê êrişkar de gilî hat tomar kiriye.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) û Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê ya Amedê hewla êrişa li ser hevkarê me Maşallah Dekak şermezar kir.

Herwiha Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadî, Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) êrişa li ser Maşallah Dekak şermezar kir.