Li Amedê 8 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 8 kes bi îdiaya propagandaya PKKyê hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Amedê, Fermandariya Cendermeyan bi armanca eşkerekirina çalakiyên PKKyê kar û xebat bi rê ve birine.

Di vê çarçoveyê de li navçeya Bismilê ya Amedê bi ser 12 navnîşanan de hatiye girtin.

Herwiha di encamê de bi îdîaya ku li ser tora civakî propagandaya PKKyê kirine 8 kes hatine desteserkirin.

Piştî kar û barên yasayî hêzên ewlehiyê 8 kesên desteserkirî şandin dadgehê.