WAN - Di 10 rojan de 677 koçber hatine desteserkirin

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di deh rojên destpêkê yên sala 2024an de 677 koçber û 24 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê berdewam operasyonan dikin.

Parêzgariya Wanê ragihand, hêzên ewlehiyê yên parêzgehê operasyonên li dijî koçberan berdewam dikin.

Parêzgariyê da zanîn ku di operasyonan de li Wanê di navbera 1 û 10ê Kanûna Paşîna 2024an de 677 koçber hatin desteserkirin.

Herwiha bi tohmeta “qaçaxçitiya koçberan” 24 kes hatine desteserkirin û 11 ji wan bi biryara dadgehê hatine girtin.

Hêzên ewlehiyê 677 koçber radestî Navenda Vegerandinê ya Îdareya Koçê ya Wanê kirin.

Herwiha hêzên ewlehiyê bi tohmeta ku di veguhastina koçberan de hatine bikaranîn dest daniye ser 9 otomobîlan jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst