Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: 6 leşkerên me hatin kuştin

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê PKK Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li herêma “operasyona Pence Kilîd” di çalakiyeke PKKyê de 6 leşkerên wan hatine kuştin û 3 ji wan giran 7 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê herwiha destnîşan kir ku 12 gerîlayên PKKyê jî canê xwe ji dest daye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku li devera “operasyona Pence Kilîd” gerîlayên PKKyê çalakiyek li dijî binkeyeke wan a leşkerî pêk aniye.

Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê herwiha ragihand ku 12 gerîlayên PKKyê jî di bersiva hêzên wan de canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKyê ye bi vîdeoyekê ragihand ku gerîlayên wan li Zapê li dijî artêşa Tirkiyeyê çalakiyek pêk aniye.

HPGyê diyar kir ku di wê çalakiyê de hejmareke zêde ya leşkeran hatine kuştin û wan dest daniye ser gelek çekên wan lê derbarê qurbaniyên PKKyê de ti zanyarî nehatine dayîn.

Di vîdeoyê de gerîlayekî PKKyê ragihand ku hêzên wan demjimêr 17:05ê êvarê çalakî li dijî leşkerên artêşa Tirkiyeyê pêk aniye û anî ziman:

“Ev çalakî li girê Amêdiyê li dijî leşkeran hat lidarxistin. Niha encamên yekemîn gelekî baş in, li gorî birêveçûna çalakiyê, çeperên destpêkê yên ku hatine çêkirin hatine îmhakirin.

Hêzên gerîlayan di nav çeperan de ne û wan niha dest daniye ser gelek alavên leşkeran.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst