Kesekî êrişî Berpirsê Rûdawê Maşallah Dekak kiribû: Partiyên siyasî bertek nîşan da

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan Maşallah Dekak Rûdaw Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê kesekî êrişî Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak kir.

PSK, Partiya Azadî û Partiya Niştimaniya Kurdistanê (PWK) êriş şermezar kir.

Serok û nûnerên partiyên siyasî bi rêya telefonê pêwendî bi Maşallah Dekak re danîn û piştgiriya xwe anîn ziman.

Partî û siyasetmendarên piştgiriya xwe parvekirin e ev in:

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan, Alîkarê Serokê Giştî yê DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Berdevkê Çapemeniyê yê HUDA PARê Alî Adiyaman, Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Hevseroka Giştî yê PENa Kurd Fîdan, Endamê MKYKyê Alaattîn Parlak, berbijêrê Serokatiya Şaredariya navçeya Hênêyê AK Partiyê Mehmet Kayhan.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Partiya Azadî bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kir.

“Ev êriş ji êrişên li hember nirxên Kurdan cuda nayê nirxandin”

Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em êrişa hovane ya li dijî Berpirsê Rûdaw TVyê Maşallah Dekak bi tundî şermezar dikin.

Berpirsê Rûdawê Maşallah Dekak îro li Amedê, dema nûçe dişopand rastî êrişa devkî û fîzîkî hat.

Em êrişa faşîzan û nîjadperest a li dijî birêz Dekak pêk hatiye, bi tundî şermezar dikin.

Ev êriş ji pêla êrişên ku di demên dawî de li dijî nirxên Kurdan hatine destpêkirin cuda nayê nirxandin.

Divê li ser êrişkar lêpirsîna hiqûqî ya pêwîst were destpêkirin û divê cezayê pêwîst were dayîn.

Maşallah Dekak ne bi tenê ye.”

“Medya deng û nefesa civakê ye”

Li aliyê din Partiya Azadiyê jî daxuyanî da û got:

“Medya deng û nefesa civakê ye.

Heqaret, bêhurmetî, astengkirina medyayê yan jî bêdeng mayîn nefesa civakê diçikîne.

Di vê çarvoveyê de, em êriş û heqareta li dijî nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak şermezar dikin.

Divê rayedar, li ser kesê ku êriş û heqaret kiriye lêpirsîna pêwîst bike û mueyîdeyên pêwîst pêk bîne...”

Serokê Partiya Niştimaniya Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelik jî di daxuyaniya xwe de êriş şermezar kir û got:

“Em êrişa li hember Berpirsê Rûdawê birêz Maşallah Dekak şermezar dikin.”

Çi bûbû?

Dema ku Maşallah Dekak serdana Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan dişopand, li ber Mizgefta Mezin a Amedê rastî êrişê hat.

Wî kesî heqarat û çêr kirin herwiha hewl da bi awayê fîzîkî êrişî Dekak bike.

Kesê ku heta niha nasnameya wî diyar nebûye got, “Bi aqil bin, ev der Komara Tirkiyeyê ye, bi Kurdî neaxivin” û “Ev der Diyarbekir e tu nikarî bi Kurdî biaxivî” êrişî Maşallah Dekak kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst