Efrîn: Li Cindirêsê di 24 demjimêran de 3 zarok hatin revandin

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan Cindirês Revandina Zarokan Efrîn Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cindirêsê ya parêzgeha Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di 24 demjimêran de 3ê zarok hatin revandin.

Li gorî nûçeya ajansa North Pressê, polîsên serbazî yên Tirkiyeyê li Cindirêsê di 24 saetan de 3 bûyerên revandina zarokan qewimîne.

North Pressê ragihand ku Aşiq Emûriyê 7 salî, Esad El-Uweyê 3 salî û Alaa Camûsa 3 salî tevî gelek xalên polîsên leşkerî û kamerayên çavdêriyê ji taxên ku lê dijîn hatin revandin.

Piştre malbatên zarokên revandî li ba grûpên çekdar ên li Cindirêsê gilî kir da ku çarenivîsa wan zarokan zanibin lê heta niha ti kar û xebat bo zanîna cihê wan zarokan nehatine kirin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rêyên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst