Cezayê rojnamevan Abdurrahman Gok hat pesendkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Îstinafê, cezayê girtîgehê ya rojnamevan Abdurrahman Gok, ku wêneyên kêliyên kuştina Kemal Kurkut kişandibûn, pesend kir.

5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 30ê Hezîrana 2022ê, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê”salek û 6 meh û 22 roj ceza dabû rojnamevan Abdurrahman Gok, ku wêneyên kêliyên qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut kişandibûn.

Gok, Newroza 2017an wêneyên kêliyên kuştina ciwanê bi navê Kemal Kurkut kişandibûn. Dadgehê axavtinên wî yên bi telefonê yên derbarê nûçeyan, parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî û nûçeyên wî kiribûn sedem û doz lê vekiribû.

Parêzerên Gok, ji bo betalkirina biryara 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, serî li 9emîn Dadgeha Herêmî ya Daîreya Cezayê ya (Îstinaf) Amedê dan. Lê Dadgeha Îstinaf biryara dadgehê di cî de dît û cezayê Gok pesend kir.

Parêzerê Gok, Resul Temur ragihand, Dadgeha Îstinafê bêyî ku li delîlên ku wan pêşkêş kirine, binêre ceza pesend kiriye û ew dê biryarê bibin Dadgeha Bilind.