Ji Baroya Şirnexê derbarê hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî de daxuyaniyeke girîng

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê, xwendekarên ku dê dersên bijarte yên Kurdî tercîh bikin xalên ku divê bala xwe bidin wan bi bîr xist.

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 20ê Çileyê dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û dibistanên xwe ji tercîhên dersa hilbijartî agahdar bikin.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê, xwendekarên ku dê dersên bijarte yên Kurdî tercîh bikin xalên ku divê bala xwe bidin wan bi bîr xist.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê bibîr xist ku heta eta roja 20 Çilyê Kanûna xwendekar û malbat dikarin bi rêya forma dersên Krumancî û Zazakî hilbijêrin.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê dibêje tiştên bên kirin ev in:

“Bi forma ku ji aliyê rêveberiya dibistanan ve hatiye dayîn di Beşa Zimanên Zindî de dersên Kurmancî û Zazakî dê were hilbijartin.

Eger form ji aliyê rêveberiya dibistanê ve nehatibe dayîn dê form bê xwestin û eger di formê de Zimanê Zindî û Kurmancî tune be dê bi destan bê nivîsandin.

Form dê bo dibistanê were radestkirin.

Roja dawî:

20ê Çile roja dawîn e û divê heta vê demê ders bêne hilbijartin.”